BI DÎMEN

Îsraîl: Me îro li seranserê Îranê zêdeyî 200 hedefan xist

Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku ew li seranserê Îranê êrîşên hewayî pêk anîne, zêdeyî 200 hedefan xistine û armanc dikin ku pergalên mûşekên balîstîk îmha bikin.

Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand di êrîşên hewayî yên îro li seranserê Îranê pêk hatin de zêdeyî 200 hedefan xistine.

Di daxuyaniya Telegramê ya IDF’ê de hate diyarkirin ku êrîş wekî berdewamiya operasyonên ku pergalên mûşekên balîstîk ên Îranê hedef digre, hatine kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di operasyonê de bi taybet li rojavayê Îranê bi sedan rampayên avêtina muşekan hatiye xistin û ev pêngav armanc dikin ku êrîşên mûşekan ên li dijî dewleta Îsraîlê kêm bikin.

Di êrîşên hewayî DYA û Îsralê ya di nava rojê de li Rojhilat gelek mewziyên leşkerî, qereqolên sînor û navenda polîsan ên rejîma Îranê hatin hedefgirtin.